Hûn bi xêr hatîn Ada

Koma rûniştinê ya Ada li Saksonya Jêrîn a parastinê ye ji bo keç * û jinên ciwan * ku ji ber şîdet an zewaca bi darê zorê têne tehdîtkirin an bandor dibin.

Hewcedariya min bi alîkariyê heye?

Li malê gelek pirsgirêkê tê hene?

Tu tê lexistin, heqaret tê kirin, tê tehdît kirin an tundiya zayendî tê jiyîn?

Destûr nayê dayîn ku tu hevalê xwe bikî yan jî serdana wî bike?

Tu nikarî hevaltî dayîni? Destûr nayê dayîn ku tu bi xortan ra biaxivin an jî bi wan ra hevdîtinê bikin?

Tenê destûr heye tû dikari biçi dibistanê, lê wekî din ne bi tena serê xwe yan jî kêm caran biçi derve?

Divê ku tu li dijî daxwaza xwe werin zewicîdandin yan jî hatiyî nîşankirin (mijû)l î yan jî zewicîdandin?

Gelo kesek bi navê "namûsê" we bi şîdetê tehdîd dike?

Tu ducanî û divê malbata we bi vê yekê nizanibe?

Tu ditirsî ku kesek bibihese ku êdî tu ne bakir e (keçî)?

Tu ditirsî ku kesek bibihese ku tu gay/lezbiyen î?

Li jêr ê tu agahiyan dibînin, li ku tu alîkariyê distîni! An jî rasterast bi me re têkiliyê deyne!

Koma rûniştinê ya Ada li Saksonya Jêrîn a parastinê ye ji bo keç * û jinên ciwan * ku ji ber şîdet an zewaca bi darê zorê têne tehdîtkirin an bandor dibin.

Em bi vî rengî alîkariya we dikin


Em we bi bênavî şêwirê dikin, ku tê vê wateyê ku hûn ne hewce ne navan xwe bijin û heke hûn nexwazin em ê ji kesê ra nabêjin.

Tu dikarî di her demî da li me bigerî an jî e-mailekê binivîse. Em ê herî zû, herî dawî piştî 24 saetan bersiva we bidin.

Bê guman, em di heman demê de xort * an hevjîn ji şêwirê dikin.

Eger pirsên we hebe, hûn dikarin her tim li ser 0 800 664 77 99 bangî me bik in! Bang serbest e! An jî e-nameyekê ji me re binivîse : info@ada-schutzhaus.de

Ez çawa dikarim alîkariyê bistînim?

Ez ji 18 salan biçûktir im
  • Li me bi telefonê begere an jî e-nameyekê ji me re bişîne!
  • Ne hewce ye ku heta 18 salî li bendê bimîne! Bi biçûkaniyê jî (bine 18 salî da), tu neçarî (geridayî) ninî bi malbata xwe re bijîn.
  • Hûn dikarin rasterast biçi Daîreya Alîkariya Ciwanan (Jugendamt) û li wir alîkariyê bistînin.
  • Heke tu bi xwe nikarin alîkariyê bistînin, bi kesek pê bawer re têkilî bikin (wek mînak, mamoste, heval an doktor).
  • Ger ku rewş malê zêde bibe (xirab bibi), wî gave tu dikari ji polîsan alîkariyê bistîne!
  • Li me bi telefonê begere an jî e-nameyekê ji me re bişîne!
  • Ger ku tu ji Niedersachen ê û ji 21 salî mezintir ninî, tu dikari were cem me!
  • Di rewşa awarte (giring) da tu dikari pêşî da di Stargeha Jinan da were parastin.
  • Ger ku rewş zêde bibe (xirab bibi), wî gave li polîsan bigere!
  • Heke tu bi xwe nikarin alîkariyê bistînin, bi kesek pê bawer re têkilî bikin (wek mînak, mamoste, heval an doktor).
  • Biçe Daîreya Alîkariya Ciwanan (Jugendamt) û alîkariyê bixwaze.
  • Tu li ser malperê înternetê navendekî şêwirmendiyê dibîni.
Seite verlassen